image

PeyamaKurd – Îtalya, di lîstika destpêkê ya Şampiyonaya Ewropayê ya 2020an de, li hember Tirkiyê bi 3 golan, bi encama: 3-0 bi ser ket.

Şampiyonaya Ewropayê ya 2020an, piştî salek navberê ya ji ber vîrusa Koronayê, do şev bi lîstika tîmên Îtalya û Tirkiyê destpê kir.

Tîmên niştimanî yên Îtalya û Tirkiyê, li Stada Olîmpiyatê ya li Romaya paytexta Îtalyayê hatin hemberî hev û 18 hezar alîgirên her du tîman li lîstikgehê amade bûn.

Di beşa yekem a lîstikê de, her du aliyan jî gol neavêtin û lîstik 0-0 bi dawî bû. Lê di beşa duyem de, Îtalyayê serdestî li ser Tirkiyê pêk anî û bi encama 3-0 rikaberê xwe têk bir.

Gol jî; yek di xuleka 53an de Merîh Demîral avêt qaleya xwe, di xuleka 66an de Ciro Immobile gola duyem ji bo Îtalyayê tomar kir û Lorenzo Insigne jî di xuleka 79an de encam di berjwendiya Îtalyayê de diyar kir: 3-0.

Tîma niştimanî ya Îtalyayê, bi vê serkeftinê û bidestxistina 3 xalan li hemberî Tirkiyê, bû lîderê komê.