image

PeyamaKurd – Komîteya Olîmpiyata Iraqê, ji ber êrîşa ser navçeya geştiyariyê ya Zaxoyê ku 9 welatiyên Iraqê hatibûn kuştin, ji “Pêncemîn Lîstikên Hevgirtina Îslamî” ya li Tirkiyê tê lidarxistin vekişiya.

Nivîsgeha Cîbicîkar a Komîteya Olîmpiyata Niştimanî ya Iraqê îro Yekşemê ragihand, wek helwesteke şermezarkirina topbarana li ser Zaxoyê û kuştina welatiyên Iraqê û li gorî helwesta gelên Iraqê û pêşniyarên parlamento û hikûmeta Iraqê, Nivîsgeha Cîbicîkar a Komîteya Olîmpiyata Niştimanî ya Iraqê îro danê sibê di civîna xwe ya awarte de biryar da ku ji Pêncemîn Lîstikên Hevgirtina Îslamî ya ku biryar e 9ê Tebaxa bê li Konya ya Tirkiyê dest pê bike, vekişe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 20ê Tîrmeha 2022an, devera geştiyariyê ya gundê Perexê li Zaxo ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat topbarankirin û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatin kuştin û zêdetirî 25 geştiyar jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Iraqê, roja 21ê Tîrmeha 2022an ragihand, wan bi fermî nameya nerazîbûnê dane Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Ali Riza Guney û ji Tirkiyê xwastine ku demildest hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.