image

PeyamaKurd- Tîma futbolê ya Amedsporê ya di Lîga Spî ya 2yemîn de nûnertiya Diyarbekirê dike, îşev li Diyarbekirê mazûvaniya Bursasporê kir. Ji bo pêşbirka ku êvarê dest pê kir, eleqeyeke gelek zêde hat dîtin.

Di pêşbirka ku îşev di navbera Tîma Amedspor û Bursasporê de dest pê kir, xelkê Diyarbekirê eleqeyeke mezin nîşan da û tevî ku pêşbirk êvarê dest pê dikir jî ji saetên nîvrojê ve xelkê berê xwe da qada lîstikê.

Futbollîzên Tîma Amedsporê ya ku di hefteya 6mîn a lîga 2yemîn a futbola Tirkiyeyê de Bursasporê dike mêvan, ji aliyê futbolhezên bajarên bakur ve bi piştgiriyeke mezin hatin qadê.

Lîstika ku saet 19.00an de li Standyûma Diyarbekirsporê dest pê kir, dê di qenala televîzyona dewletê ya Tirkiyeyê TRT Kurdî de zindî bê weşandin.

Beriya niha di sala 2016an de ji ber ku alîgirên Bursasporê piştî lîstikê êrişî yarîzanên Amedsporê kiribûn, niha li Diyarbekirê girseyeke zêde hat dîtin. Hat ragihandin ku Serokê Klûba Bursasporê Omer Furkan Banaz li ser rewşê gotiye,

“Ev mijar 15 roj in di rojeva me de ye. Di gelek mijaran de têkiliyên me hebûn. Me bi tîma xwediyê malê re têkilî danî. Em gihîştine asteke hevbeş. Di vê demê de Serokê TFFê Mehmet Buyukekşî jî piştevaniya me kir. Lîstik dê di TRT Kurdî de bê weşandin."