
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 23yê Gulanê di encama operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyê yên bi ser malan de, rêveberekî tîma futbolê Amedsporê û 6 kesên din ligel wî hatin binçavkirin.
Li gorî zanyariyan polîsan danê sibehê bi ser mala rêveberê Amedsporê Omer Elaldi û hejmarek malên din de girtiye û 7 kes hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku hîn sedema binçavkirina rêveberê Amedsporê nediyar e.
Serokê klûba Amedsporê Selahattîn Yildirim bertek nîşanî binçavkirinan da û li ser medya civakî got: “Wekîlê serokê me Omer Elaldi hate binçavkirin. Em vê operasyona ku di rêya şampiyoniyê de piştî du rojan maçên play offê dest pê dikin, qebûl nakin.”