image

PeyamaKurd – Tîma Futbolê ya navdar a Fransayê Paris Saint Germain, di çarçoveya xebatên xwe vekirina akademiyên werzişî li cîhanê de, li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê jî akademiyeke futbolê vekir.

Hat ragihandin ku di nava akademiyê de, wê ji zarokên 3 salî heta ciwanên 19 salî wekî futbolîz werin perwerdekirin.

Hat zanîn ku armanca akademiya werzişê ya PSGê ew e ku ji bajarê Diyarbekirê jî lîstikvanên futbolê yên bibin stêrk bên derxistin.

Li gorî zanyariyan PSG amadekariyê dike ku di demeke nêzîk de li Hewlêrê jî akademiyeke perwerdeya futbolê veke.