image

PeyamaKurd – Di şampiyoniya UEFA EUORA 2020an de tîmên futbolê yên bijardeyên Îngiltere û Denmakê di grûbên xwe de bi ser ketin û gihîştin qonaxa nîv fînalê. Wê tîmên Îngiltere û Denmarkê ji bo fînalê 7ê Tîrmehê derketin pêşberî hev.

Tîma Îngiltere şeva borî di qonaxa çarîk fînalê de li stadyuma Olimpico li Roma rûbirûyî tîma Ukraynayê bû û bi encama 4-0 bi ser ket.

Tîma Denmarkê jî şevê din di qonaxa çarîk fînalê de li stadyuma Baku Olimpiya ya Azerbaycanê rûbirûyî tîma futbolê ya Çek bû û bi encama 2-1 bi ser ket.

Hêjayî gotinê ye ji sala 1966an ve 55 salin yekem car e tîma Îngiltere digihe qonaxa nîv fînala UEFA EUROyê ku pisporên futbolê dibêjin, şansê wê zêde ye ku bigihîje fînalê. Fînala UEFA EURO 2020an li Stadyuma Wembley a li bakurê Londonê tê kirin ku hîn tîmên fînalê bilîzîn diyar nebûne.