image

PeyamaKurd - Kompanîya dermanan Pfizer ku ligel kompaniya Alman BionTech derziya koronayê hildiberîne, pêşbînî dike ku wê pandemîya COVID-19 heya sala 2024an bidome.

Berpirsê Zanistî yê Pfizer Mikael Dolsten di civîneke ligel veberhêneran de got, ew plan dikin li hin herêman sala bê xebatên xwe yên asta duyemîn ên derziya COVID-19 bidomînin.

Dolsten herwiha diyar kir ku ew pêşbînî dikin pandemîya COVID-19 ya bi sedema vîrusa korona heya sala 2024an li seranserê cîhanê bibe wek nexweşîyeke heremî.

Mikael Dolsten got: " Dem û şewaza derketina cûreyên nû yên vîrusê girêdayî guhertina nexweşîyê û hevdem girêdayî asta bikaranîna xwe derzîkirin û dermankirina civakê ye û belavkirina wekhev ya li heremên ku rêjeyên derzîlêdanê kêm in".

Dolsten destnîşan kir ku derketina cûreyên nû jî dikare bandorê bike bê wê pandemî çawa berdewam bike.