image

PeyamaKurd – Ciwanê Kurd Cemîl Karahan ku werzişa Judoyê dike, li welatê Swêd bû yekemîn û wê beşdarî şampiyoniya cîhanê bibe.

Cemîl Karahan di tûrnûvaya judoyê ya ku li Stockholmê hat lidarxistin de, bû şampiyon ku beriya niha jî çend serkeftin bi dest xistibûn.

Cemîl Karahan piştî vê serkeftina xwe gotiye: “Ez gelekî kêfxweş im ku wek Kurdekî min karibû li Swêdê pileya yekem bi dest bixim. Pêşbirk di kîloya 100 kg de bû û min karî rikeberên xwe bişkînim û bibime yekem.”

Cemîl Karahan ji Rûdawê re daye xuyakirin: “Piştî vê tûrnûvayê û bi destxistina pileya yekem, ez dixwazim di nav du mehan de xwe ji bo Şampiyoniya Cîhanê ya Ebû Dabî amade bikim û dixwazim ji bo cihên herî bilind pêşbirkê bikim û nav û dengekî bi dest bixim.”

Karahan 31 salî ye, li navçeya Dêrik a Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û ji sala 1998an ve bi malbata xwe re koçî Swêdê kiriye. Cemîl Karahan kurê nivîskar û helbestvanê Kurd Enwer Karahan e.